Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Karê xwe me kir herdu rojê pêncşem û înê Bêrya dîlberê kirbû ku em hene civînê Hayê min ji bayê felekê qet nebû wêga Ku yara sitemkar wê li min bext wegerînê Min qet bîr nebir ku dijmina bêbext û zalim Wê rev girtiyê îro li rê ketye kemînê çend tîr wê ji çavên reş belek tenha reşandin Dil armanc e, sertîr hemî sor bûne ji xwînê Zû çente bidest biderzî û derman hate ser min şûna melhemê bîber reşandî ser birînê Reswa kirim wek nirxê Hejar bê bend û bê daf Ez best û girêdame bi zincîra evînê Nêçîreke jar im ketme nêv panceyê bazî Bê gazî û han im nîne kes ku min derînê Min ser bire ber lingan bi dîlî û gedayî Min gotê bi hêvî bes ke vê azar û kînê Ya min bikujî êdî bese ya min reha kî Rehmê bike carek bese fermana`m bixwînê Bêhna xwe li çend salê min yên mayî dirêj ke Tîrêj bê guneh e li wî xweş bike jînê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz