Naz û delal minî
Dost û hevala minî
Xwen û xeyala minî
Êmîşê dehla minî
çav reşê sebra dila
Merhema derd û kula
Sosina baxê gula
Nêrgiz û lala minî
Badeya roj û şeva
Di nîva lêv û deva
Meya me kurda teva
Cam û peyala minî
Kewa li ser kaniyê
Berxa li ber wê miyê
Koviya lat û çiyê
Kara xezala minî
Ser taca xan dimdime
şoreşgera dêrsime
Leyla keça qaseme
çar û mecala minî
Vêga ji nişkê ve hat
Roj bû li dinê hilat
şewqa xwe da ser welat
Mûm û şemala minî
Serbaz û pêşmergeye
Her dem omîda me ye
Tîrêj bi dîna te ye
Beyreq û ala minî.
*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön