Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

3 görüntülenme 0 beğeni
Ey afîtab rewşa dinê Her dem ji bareş der dibî çaxê ku tu d`çî ber bi xwar çima tu jar û zer dibî Pir zer dibî ew gewd û qurs Xuya dikî bi lerz û tirs Nadî kesî yek peyv û pirs çaxê ku tu têwer dibî Tişkî veşirtî tê heye Ne`l gor hiş û hayê me ye Ma qey tu ne b`destê xwe ye Tenha tu bê hiner dibî Roja meyî rohnî û geş Tu tim dikî tarî û reş Laşê me tim xav û nexweş Pê mest û lal û ker dibî çavên me par nabin b`şewê Em ser didin dewra xewê Cihan bi tatûla ewê Bê lebt û bê tevger dibî Ey şah û serdarê zeman Semtek dirêj û pir giran Davêje ser xakî cîhan Rohnî ji ber ezber dibî Xesma ku bê sûc û sebeb Tu l` me dikî tarî û şeb Xuyaye ku tu b` qehr û kerb Ji dûryê azer dibî çaxê diçî ava ji ber Perdake reş davêje ser Tarî dibî her cih û der Lê Ehrîmen keşwer dibî Keşwer dibî lê Ehrîmen Dijminkî dijwar û kevin Neyarê tuxmê ins û cin Dunya ji ber kerker dibî Hespa xwe yî boz wek nigar çawa didî destê neyar Peya dibî ew lê siwar Hember te ew berber dibî çawa didê vê firsetê Vê tac û al û şewketê Zanim nema j`destê te tê Rengê te şah û ser dibî Êdî me xweş nasî ji hev Ku felsefa Zerdeşte ev Sûnda b`xudanê roj û şev Her kes ku pê bawer dibî Ev bîr û bawerya mine Du hêz li dunyayê hene Hurmiz, Ehrîman yê dine Ta ku cîhan ezber dibî Hember hevin ew herdû hêz Tim wek hevin bê meyl û mêz Tîrêj bese qir mek tu pêz Tev ku tu pê perwer dibî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz