Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Rojek ji rojên Tîrmehê Da min civanek çavkilî çavê mi bûn steyrik li rê Kengî li min wê roj hilê Hindî li bendî mame ez Hilyan li min ew cerg û bez Paşê mi dî yar hat bi lez Min go çima wer maye lê Bersev neda min eşkere Hat min bi remz û awira Tirsa`m ji ber bav û bira Tirsa`m ji peyv û belbelê Zû derketin b`lez û beza Em çûne nêv dehl û reza Em hatine hevdû b`geza Li ber dîwarê kokelê Sura bayê gelya l`me tê Em ketin warê fersetê Mirin di bîra kê j`me tê Bilbil di pêsîra gulê Em çûne ser tehtek repin çavîke av der tê ji bin Ji hêla himbêzê mezin Min dest dirêj kir baxilê Ew paxila bişkoj li ber Du sêv mi jê anîne der Mi`b wan dilîstî zo û fer Geh min didan ber bêvilê Mêtin rewa mi`d wan nehişt pêta dil û can pê mi kuşt Dunya li min bûye buhişt Wê d`gote çi mi`d go belê Hirmê tirî xox û hinar Me j`wan rez û dehla dixwar Ta roj Li me çû ber bi xwar Heta bi azana melê Em herdû têr bûne ji hev Dîsa vegeryan mal bi rev Dosta evîndaraye şev Ku pêşiyan gotne welê çerxa felek ey dûm kinê Derd û kul û qehra dine Sê par te dan Tîrêj tenê Hawar ji vê zilma te lê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz