Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey dil here vê cejn û eydê Ser gora mela li bayezîdê Ramûse tu kêla ber serê wî Rûnê bi edeb li hemberê wî Bê ey xaniyê pispor û zana Taca ser serê me torevana şalûrê hekar û çayê hîzex Wey bilbilê bayezîd û şernex Ey totiyê birc û şehneşîna şehbazê erarat û metîna Ey perwerê hêzil û çemê şet Bîngol bû ji hêstirên te derket Aşiq timî hêstiran dirêjin şi`r û xezela li ser dibêjin Xemkêşê welat ji ser heya bin Xema te dijî neyar û dijmin Xema tebû şûrê rustemê zal Guhderzê zeman bi şewket û al Pîroz dikim ez bi şad û mizgîn Sêsed salya dîwana Mem û Zîn Xweş ferheng e û tarîx û tor e Nûbare di her zeman û dewr e Te b`xwîna xwe ceger bi dilkî şûştî Ev tora bilind ji bo me hiştî Seyda ev zemanê ku bi lez têt Gavek bi tenê me pêş ve navêt Sêsed sale ev we tê jimartin Ev dewr û demên ku tên guhartin Ev zerf û zeman û çerx û dewran Karek me nekir nebûn xwedî şan Rêçek bi kelem em ber bi kaşin Gavek me li pêş du gav li paşin Karwan bihurî ji me hejaran Em kurd bi tenê mane li wara Karwanê demê gihişte dozê Em mane di nêv dûman û tozê Kîn girtine rêberan ji yek dû Herdem ew bi poşan têne hevdû Qurpîna quloça şer giran e Kî berxe ji wan bê kî beran e Lê em xwe ji heqiyê tim didn paş Em nabêjin kî raste kîye şaş Heta webe dê halê me ev bî Her dem wê li me tarî û şev bî Sêsed sale me di vê temarê Hişyar nebûn em ji vê xewarê Kabûsê xewê li ser dil û can Hana me nema li erd û zeman Bajarê cizîrê hê cizîr e Mîr hakime eskender wezîr e Seyranê dikin di dehl û baxa Beko hê li ser serê me axa Mem hê girtiyê zindan û çala Zîn hê digirî li ser hevala Mîrê dil kevir bi sal û maha Napirsî li halê bê gunaha Harif û çeko bi gurz û şîr in Botan bi xwe hê bi bend û eşîrin Tacdîn li Beko ew hê bi kîne Sityê xemxura xuşka xwe Zîne Wa Ducle bi bîngul hê didî rê Sergeşte dibî li rex Cizîrê Pêlan didî ew li reqs û gazî Xumxum dikevê bi cengebazî Her dem ew dikî fîxan û feryad Heware diçî diyarê bexdad Fîxan te kirî melayê botî Der heqê welat wisa te gotî "Qet mumkine ev ji çerxê lewleb tali` bibitin ji bo me kewkeb şûrê hinera me bête danîn Qederê qelema me bête zanîn" Mizgîneke xweş didm te xanî Istêrek me derketî ji banî Istêra pir bi şewq û rewşen îro li welat xweş kirye gulşen Istêra bilind alek di nêvî Hêvistiye ew bi zêr û zîvî Ew ale bi dest serokê kurdan Hildaye li ser çiyayê berzan Gêr dane li dor sîpa û leşker Pêşmergên dilêr bi hêz û tevger Peywaneyê wext û çerx û rojin Herdem dilê dijminan disozin şûna arê pilingê çerxê gerdûn Berzanyê nemir bi şer` û qanûn şûra hunerê ji bo me danî Navê kurd li dinyayê deranî Kevnare xwedî tarî û tore Koka kurd di dîrokê de kûr e Ger ku ne wa be dimaye winda Kawik û nezanî û ne xwenda Ev tazî û rom û tirk û faris Me ji hevdû dixin wek nanê garis Sed heyf û mixabin mîrê torê Hesretya welat bi ter çû gorê çerxa felekê zincîr û piştî Ev barê giran li mil te hiştî Rabe wek berê rahêje xamê Binvîsî ji kurda re tu namê Gazî bike wam bela bibin yek Da goga xwe vê demê bibin şeg Ger dûr bikeve kerwanê jînê Furset wê here em nagihînê Pir şerme gelo ma em ne xurdin Vê firsetê em ji dest xwe berdin Zanim hindeke tiştê me danî Fexra me tuyî melayê xanî Xama min çiqa li ser te bêjî Hêsran ew li rûpela birêjî Pesnê te bidî bi işq û şadî Ew yek ji sedî heqê te nadî Sed carî pîroz dikim mem û zîn Yezdan ji tîrêj qebûlke amîn. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz