Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Zalim ey felek ma çi zû fermana te rakir Qolê xwe hejand te ser û baskên xwe li ba kir Bazîkî ciwan bûm ez li rû qada cîhanê Hêlîna mi îro te bi destê xwe xerakir Wek Evdalê Zeynê bûme dengbêjê welatan Ez mîna qulingê li serê zinar û latan Derbek te li min da per û baskên min şikandin Bê sûc û guneh pir te li min cewr û cefa kir Baxê min tijî gul bû ji her tuxme û renga Cê bilbil û şalûra bi sed awaz û denga Ava ku ji Bîngolê di çû ser hemî çikya Kanî te ji bin girt û bi destê xwe ziwakir Dara minî ber girtî bi şax û bi gulîka Ew şax û gulî tev xemilî bûn bi kulîlka Ber girtibû lê çipkim ewê ber tev weşandin Ku bakî Qerejdaxî li wê darê te rakir Ew xanî û qunaxên di min tev kirne kavil Xwarnam nanê genim bû îro garis û kakil Wek Sedamê faşî ew gunehkarê Helebça Kîn û dijminayî te li min îro xuya kir Kevrên di newala hemî derxistine bala Lê hîmê diyara hemû avêtin newala Rovî û çeqel ketne cihê şêr û pilinga Wa şêr û piling mane li der kê wek te wa kir? Heta ku hebin ez bi te re b qayîş û bendim Qet ser natewînim ji te re ku ser bi derdim Da ez di xebata miletê xwed herme gorê Ma kê weke Tîrêj can di vê rê de reha kir.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz