Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

5 görüntülenme 0 beğeni
Erê cana bi wî agrê evînê Li min sotî seraser ev ten û laş Bi canbazî di sûka dilfiroşan Kirî te ji min dil û can tev bi şabaş Te da destê me piyalek abê engûr Dema ku min vexwar hiş çû dimam şaş Te ez avêtime çola evînê çi çolek pir ne xweş, tev rêl û berokaş Li wê çolê dikim hawar û gazî Belê çibkim neyar û hem ne qardaş Ji dûr leylan û rewrewkê dibînim Wekî şîpên di avê bêne ser aş Bi lez ez tême semtê lê mixabin Ne av e, vedigerim dîsa beropaş Te ez berdame rû dinyayê zalim Bi derwêşî xwedî keşkûl û derbaş Nekirye qet kesî xeşma te cana Ne Cengîz û ne Hûlako ne Qerqaş Bikî rehmê li Tîrêj ey keça rind Delala ber dila, pir qenc û hem baş.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz