Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Eşq û evîna dîlberan Tev derd e tev jana zirav Tîrên ji çavên esmeran Sotin gelek cerg û hinav Cerg û hinav sotin gelek Zehra bi wan çavê belek Harût û Marût ew melek Ji rê birin der wext û gav çala li Babil çelherîn Herdu firişt tê de dijîn Zend in di bin xakê zemîn Tî, birçiyêd bê nan û av Ey dilgirê jar û reben Bawer mebe tu bi guft û ken Te`j rê nebin ew lêv û çen Ew zulf û dêm û herdu çav Ebrû kevan destik sedef Awir ji tîrên Xanşeref Tên dil bi nîşan û hedef Rengê terez bê `ewr û tav Bê `ewr û tav rengê terez Wêran dikin ew cerg û bez Herdem ji ber mesta me ez Deryake kûr min daye nav Min daye nav deryake kûr Tev pêl û mewc û bayê gûr Mûran û mij e bê bihar Kendal e hawir bê delav îro di wê derya evîn Gazî dikim hana min nîn Tê min firiştê cansitîn Emrê me ma ser takî xav Ser takî xav emrê me ma Min hêz û himet qet nema Wek mirxê jarê dev çema Bazî li hember girtî rav Yê`j ya xwe ket xortê delal Nînin ji bo yar û heval Napirse lê ap û ne xal Qet kes li wî nake silav Sermayê eşqê êş û jan Bendên di Tîrêj xweş bizan Tev cewher in qîmet giran Nayên bi dînar û dirav.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz