Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji birca sê tebeq şûxê hat nig min bi xemla zer Bi wê şerpa hevirmêşî gelek têda li texma ser Li dor şerpê seraser tev de rêşî gulabendin Diraqisin tev li hawakî çep û rast bîn dîdî enber Li ber bayê sibê xemle dilerzit xweş li bejna wê Sitemkarên zêrqeseb têda biçirisin tev li semta ger Di gerden gerdenîk sê rêz di ser sîngê de berdaye Du rêz karbane yek baxe di nêvde kevrekî cewher Bi temtala xwe qozxe bilinde wek sipîndarê Li newqê xweş giradye bi qulp û û bestikan kumber Li gor kêfa xwe xweşî dî kilîşek girt û da nîşan Nigarê wê di rojê da xuya bû her wekî fener Dema min ayîna dilber di rojê da bi çava dî Ketim bê hiş li ber lingan bi işqê nû me kir bawer Helestim ser piya wêga me herdû lêv ji dil mêtin Bi min xweştir ji hingiv û ji ava zemzem û kewser Heya saxim li dinyayê bese ew badeya lêva Nema êdî dinoşim ez mey û badê ji dest meyger Bi bawer ney gunehkar im dibêjim lê qepê nakim Ji nîgaşa xeberdarim şev û rojan li ser dilber Buhuşt û agir û berzex xuda ew pê tenê zane Yeqîn û bawerî her dem di dil tîrêj dene ez benî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz