Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dixum sûndê bi Êlim heya hebî me Laleş Naçim mizgeft û dêran berî nadim berê reş Buhişta ku bi werd û bi sîwaka mi navê Sed mereba bi dojê li nav wî agirê geş Di nav caman de deynin li ber xwe latê Azer Di gel Homan û Nemrûd li ser masê li bergeş Cama welat li hev din di nîva agirê gûr Xwe winda kin ji derdan bibin elest û serxweş Qurtek ji camê nadim bi ava zendeganî Digel sazbend û sazan dengê bilûr û cembeş Natirsînî min agir ku têde serfiraz bim Buhişta ku bi qelsî ew dojehe ew ateş Tucarî ez xwe naxim rêza wan rih gemara Bela ez bême sotin digel Beram û guhreş Rûnim bi serfirazî li nêk box û berana Kawa di nav me hilde ala çermîn bi derfeş Jîna bi serfirazî xweştir ji baxê ridwan Wekî Tîrêj dibêje hezar û neh sed û şeş.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz