Keyo rabe binêre, dinya îro bihar e
Guhê xwe tu bidêre, barîna berx û kar e
Qadê kirasekî şîn, wergirtiye bejna xwe
Kulîlk bi sed reng û bîn, li ser qadê siwar e
Mirxe bi kewt û ref tên, ji zozana ber bi xwar
Silav dikin li deştê, bi perwaz û bi par e
Sazbendê wane bilbil, bi dengê xwe dinale
Derman dikî dilê kul, biharê xweş bihar e
Tê de dibuhirînin, hersên mehê biharê
Paşê yekî dişînin, bê ma zozan hê sar e
şandik ji bo texmînê, diçin zozên çi zû tê
Li wan dikî mizgîn, li zozana bihar e
Ji deştê tev bi xatir, diçin war û cihê xwe
Berê xwe didne bakûr, bi lez û bez û xar e
Hinga berateyê gewr, dikevite rû erdê
Hê nû bihar dibe stewr, ceh û genim li dar e
Bihar bi rengê heşîn, xatir ji me dixwaze
Li pey wî tête havîn, bi xûr û bêr û kar e
Havî bi xwe sê meh in, payiz di bergê da ye
Roj bi roj û hin bi hin, ba hênik û geh sar e
Meriv vêga dizanî, havîn bi germa xwe çû
Payiz dike xuyanî, ewr li bala diyar e
Cîhan dibe wek leylan, ji rewrewk û dûmanê
Bi wî bayê xwe peland, diweşîne ji darê
Payiz digel sê mehan, ew jî diçe dibhure
Paşê dibe zivistan, zivistan pir dijwar e
Rojê du-sê-çar carî, teyrok û berf û baran
Ji wan ewrên di tarî, li ser me xweş dibare
şer û cenga zivistan, ew jî bi xwe sê meh in
Di pey wan her sê mehan, dem û benga Adar e
Adar mehek ji her sê, mehên bihara rengîn
Gelî xwenda vê dersê, ji ezber kin bi kar e
Her dem ji bo we Tîrêj, dikî kar û xebatê
Ji bo we bûye dengbêj, bi gazî û hewar e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön