ePirtûk di Gulana 2021an de ji aliyê komek dilsozên zimanê kurdî ve hatiye avakirin û dest bi weşanê kiriye. Navenda wê li Patnosê ye. Armanca vê projeyê ev e ku zimanê kurdî di qada dijîtal de xurttir bike û bibe pirek di navbera xwendevanên kurd û weşangeriya kurdî de. Herweha hewl dide weşanên kurdî bi rêyên hêsantir bigihîne xwendevan û lêkolerên li çar aliyên dinyayê.

ePirtûk bi bernamesaziyeke nûjen û bihêz xizmeteke bênaveber û bi kalîte pêşkêşî bikarhênerên xwe dike. Bikarhêner dikarin 10 rûpelên ewil ên hemû kitêban bêpere bixwînin, li blogan binêrin û li dengan guhdarî bikin. Bikarhênerên ku pakêtên endamtiyê dikirin li gorî paketa xwe dikarin xwe bigihênin bêhtir derfetan.

ePirtûk ne tenê ji bo xwendevanan, ji bo weşangeran jî rêxweşker e û mesrefên çapkirin, depokirin û gihandinê ji holê radike.