Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
De rabe ey dilo jaro Heya kengî di hiznê da Menale ez bi gorî bim Di vê zîndan û hebsê da Tu zanî ku li ser te ez Bi nak û xem xem û şîn im şev û rojan hedan nakim Ji ber jana ku tu tê da Eger nakî ji min bawer Were bik pirsiyarê tu Ji êşa û hêstirên çavan Ji canê tim keser tê da Ji xew rabûne va her kes Berî dane riya jînê Li şûnwara tu mayî bes Di nîv dûman û tozê da Hezar heyf û mixabin ku Tu îroma ye bê tevger Riya bapîr û kalê xwe Te berda ye bi çolê de Di heyamê kevin, bûrî Hemî gernas û rêber bûn Ku bav û kal û bapîrên Te deng da bûn di dinê da Eger nakî ji min bawer Binêre tu li Araratê Dijî tenha wekî leylan Ji xwîna sor di şînê da Eger nakî tu hêj bawer Here Amed bipirse tu Ji darsêpya xwedî wêran çiqas ser çûn di jorê da Ji Amed tu veger dîsa Berê xwe bid Mehabadê Li ser çayê Azerbeycan Tu raweste di jorê da Tu dîna xwe bide axa çiya û deşt û rûbaran Temaşeke li kevr û tat û arbeşkên di dorê da Ji rengê qurmizî ne tev Ji wê xwîna fidakaran Ji mer wek neqşê manî ne Di dewrana Cîhanê da Ku karwanê şehîdên kurd Li pê hev tim şiropan in Ji heyamê kevin bûrî Heya îro di cengê da Bi şahî mijde û mizgîn Li te Tîrêj dikî ey dil Ku kurd êdî nema dimrî Di her dewr û heyamê da.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz