Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
îro ji eşqa dîlberan Êdî bi yek carî me bes Gulyên di reş wek ejderan Ew rewş û dîdarî me bes Ew zilf û bisk û temberî Eprî hevirmêşê berî Ew kofî kêla serserî Zincîr û ew çarî me bes Enya sipî boz gewher e Wek neynika îskender e Kelha li Dara raser e îdî ji wî marî me bes Birwên di reş rengê kevan Awir ji tîrên şerefxan Dêmên di sor wek erxewan Ev qehr û azarî me bes Rû roj li dinyê xweş hilat Dev kaniya Dicle û Firat Ziman ji êmîşê welat Êdî ji wî zarî me bes Sing bexçe û baxêd gulan Cê mirx û teyr û bilbilan Havîngeha wan dil kulan Êdî ji wî warî me bes Bejna bilind Birca Belek Textê Bedirxan lê serek Mîna min kuştin wê gelek Êdî ji ferwarî me bes şehzade û mal mezinî Bi rist û guhar û gerdenî Ew sebebê jana min î Êdî evîndarî me bes şîret ji bo ehlê dila Xwe nekne tora çav kila Nekevin ber êş û kula Fîxan û ev zarî me bes Ev gotina pêşyên berê " Awrek ji çavê dîlberê Kûrtir ji derba xencerê " Ev eşq û dildarî me bes Sipas ji yezdanê mezin Tore û helbest dane min Tîrêj im ger pirskî ji min Ji wê reha Arî me bes

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz