Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji mêj ve min dixwest mesûd bibînim Omîda min bi cî hat wek min xwestî Ne ku xwen û xeyale ez dibînim Dizanim dîtenk rast û durustî Di wê enya te ya wek mûm û fener Kilîşa kurdistanê ez dibînim Dibînim serhed û sîpan û bîngol Cezîra kurd bi wê rewşa xuristî Dibînim dêrsim û çiyayê elî beg Ferat û dicle û xabûr dibînim Dibînim wan rez û baxan seraser Bi bawer û yeqîn ey gelperestî Neyar vêga bi sê teşya dirêsî Li ser mafê me go tevnê li darxin Dikî nakî bi destê wî ve nayê Hevokê me ne xêwî xav û sistî çira k vêketî b’destê we îro Li kurdistan bi xwîna pakrewana Di xwazî wê çirê vemrînî dijmin Venamre ew li ber şûrê ji hestî Xuyaye pir bi lerz û taye dijmin Ji govenda li erdê sedamî gerya Ditirse ew ku roj bê ji rojan li ber deryê wî ew govend bibestî bijî herdem kurê şêrê li berzan serok û serbilndê qehreman serekdar mezin pêşwa û serkêş nemir yê ew di xweda ye nivistî ne mir ye mistefa berzanî saxe bijî her dem di nîva can û dil da bi kêmasî me ev helbest danî mixabin ku serê xamê şikestî çi bêjim di heqê wî de kême emê bipêrin dîroka cîhanê bela tarîx di heqê wî de bêje bi wijdan ey tîrêjê dûredestî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz