Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Serhilde ji xew ey kurdo roj hate delava Tamara xewê girtiye ma ser herdû çava Hayê te ji bayê felekê nîne xewaro Kêlek li te hişk bûne li ser merş û kulava Kerwan buhir derbaskir û ket warê jiyanê Maye tu tenê îro di nêv av û çarava Dunya bûye sayî bese çarakê bibîne Serma çû nema dengê birûsk û ewr û tava Marmara mî û berxa buhar hatiye çogê Di çirûsin kulîlk vêga bi şebnem û xunava Xemla xwe girêdaye zemînê bi kulîlka Bihn û bexê davêje wekî misk û gulava Wa bilbil û şalûr ew li yek hawî dixwînin şîrşîra tulûran ew dison cerg û hinavan Ma qey tu ker û lalî çima deng ji te nayê Rabe ber bi jînê ve belengazo du gava Aştî ketiye dinyê ger tu mafê xwe nexwazî Tê xurde herî jaro li ber pêlên di ava Bê çare bimînî tê di nav toz û icacê Seyda te nema tê dest bi nêçîr û bi rava Dem hatiye wek zêre ji destê xwe tu bermed Firset ku here nayê bi daxwaz û bi lava Dewra teye poşman nebe barê xwe li êş ke Aşê demê wek baye li ber şîba sîlava şêrîne welat taceke zêrîne birader Nefroşe bi erzanî bi dînar û derava Dotmam dike gazî ew li pismamê xwe îro Rabe tu xwe rapêçe ji bo bejin zirava Azad bike dotmamê ji nav pencên neyara Da îro bi dil şahî bibî bûk tu jî zava Govendeke çar goşe li meydanê li darxe Da deng bide kurdistan bi mizgîn û silava Wek tîrêj dibêje dem xweşe rabe xebatê Ger ranebe ser xwe wê roj li te here ava şevreş têkevî erdê nema berxwe dibînî Wek kora heval tê têkevî nav bend û dava. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz