Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Buhar dem û dewra minê Serpişk û hem para minê Bax û gulîzara minê Mêrg û gulîstana minê Rewşa dinê kêfa dila Cê `ndelîb û bilbila Derman dikî derd û kula Xweş geşt û seyrana minê Dem tu tê şa`ir li ser Mizgîn didî can û ceger şi`r û xezel vedbin li der Helbest û dîwana minê Xemla te nîşana zemîn Kulîlk bi sed reng û bi bîn şa`ir li ser te har û dîn Adar û nîsana minê Adar û nîsan û gulan Xemla te heft rengê gulan Mirxo bi kewt û xulxulan Newroz û sersala minê şa`ir bi te serxweş dibî Sukran û mest bê hiş dibî Xemkêş bi te dilgeş dibî Bade û meyxana minê Kulîlkêd kesk û sor û zer şebnem di nêv xunce li ser Bêhn û bexê davêjne ser Xweş misk û rîhana minê Xweş misk û rîhan û gulav şev pêde her lê tê xunav Bayê siba der tê ji nav Xweş çax û dewrana minê Kulîlk û rîhan û giya Gulşen dikin çol û çiya Lûsê xezal û koviya Rewşa kurdistana minê Xweş çaxe xweş dewran û dem Fikr û xeyala min li cem Pesnê te têr nadî qelem Tu sebr û samana minê Wextê mi çû bûm pîr û kal Emrê bû heftê û di sal Dunya mi dî keys û fesal Soz nîne ramana minê Dunya li tîrêj bû xelek Zor û setem dîtî gelek Gog bû li ber kaşwê felek Sergol û meydana minê. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz