Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey dil tu hela rabe ji nêv cerg û xunava Emrê xwe bi derda min bi tatûleke vala Jîna min xuyaye ku roj lê çûye ber ava çax û dem û dem û dewranê me tev çûne bi xeyala Rabe vê sibê rê bigre dil bê kerb û bê kîn Rêber mede jar û bghê ser gora cegerxwîn Rûnê tu li ber kêla serê sydayê hêja Rengê goyînê ey dil bidî ber qîr û nalîn Hêsran tu bibarî di çar hawêr û dorê Ey dil bêje seyda ku bila rabe ji gorê Deh salên te qedyan ma ne bes ev xwen û razan Nanî bi xwere bînek û çend yar û heval Wek carê berê em bicivn tev dil bixwestin Bezmek şahiyê dîsa meydanê bibestin îro ji kul û derdan emê masekê deynin Bergeştê li ser raxin digel cam û peyal Maza me bila vêga ji êmîşê welatê Sêv û mişmiş û hirmê ji zinar û xelat bin Ava me bila kûpek ji bîngolê be ey dil Mezrone û kerkûşe hebabê mey û ala Rûnên em li ber masê digel sazbend û zana Destan bipelînin em li ser şûşan û mazan Qurtek ji meya taze bi mazaêre binoşî Da ku serfiraz bi em ji nîgaş û metala Dîwane bibin ey dil xwe winda kin seraser Bavêjne ber hev şi`r û helbestan ji ezber Dengê me bila bighê welatê jor û jêrî şehrê amedê heta bi zaxros û bi yala Helbestan her wekî cewher ji derya hiş derînim çend marşên di cengê em ji xortan re bixwînin Va îro li çar goşê welat birq û biroskin şev pêde hemî ruhniye wek find û şemala Va xortên me îro her wekî şêr û pilinga Derketne çiya dest birne ser keftê tifinga Dem hatiye seyda xwe nedin îro tu alî şer gûr û girane ranezên va dem û sala Qurpînga tifinga xumxum tê ji reşaşa Mûran û mij girtiye ser gelya û kaşa çargoşê welat tev kuştin û talan û cenge Zarok û keç û kal direvin der gund û mala Dijmin girte kurdistan bi carek bi seraser Milet daye ber hev wî bi dijwarî ketober Wercarek binêrin hûn li halê xort û lawan Tengav û perîşanin di wan zindan û çala Pir şerm fihête rakevin vî heyamî Meydanê bihêlin wisa yên wek te û namî Vî barî nikarin em li ser milê xwe rakin Yên wek we divên îro gelî şêr û şepala Sund xwarine xortên bi kevrê çayê dêrsim Kêla ber serê kalê Se`îd Ihsan û Rasim Kolos û kumê Berzanî û Qazî Muhemed Xwîna wan şehîdên li Mehabad û gelale Soz dane hevûdû wan bi axa qoçegêrê Pakrewanên gelyê zîlan kuştiyên dor çilemêrê Sûnda bi Se`îd xan û Xalid begê Cibrî B`term û cerdekên kurda li goncal û newala Navêjin ji dest xwe ew tucar darê tifinga Heta weko nestînin bi dest tola lehenga Ew çar û omîdin canfidakarên welatin Tev şêr û pilingin neviyên rustemê zal Seyda li te mizgîn va Kurdên Guhderz û Dara Mil dane hevûdû daketin cenga neyara Ne b`hinera mîkut be tuçar sîng naçe xwarê Tîrêj ku dibê zor hat xweşî êdî betale Ey pêşkêşê milet tev bibin yek dem ji zêr e Yê îro xebatê bike ew gernas û mêr e Êşa me giran e janê avête dilê me Derman nabe derdê me bi van felsefê vala. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz