Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi mizgîn û bi xêr hatin welat idrîs û berzanî Li kurdistan we ruhnî kir ji erd heta bi wî banî Ji eşq û rondikan çavên di me aryan bi kul bûnê Belê dîna we şahbazan ji bo çavên me dermanî Ji eyranê we koç bar kir delava bûn birê keftin Bi koçê re teba bûn hin heval û dostên eyranî Welat bêrya we kir bû ey gelîxweş mêr û gernasa We koç danîbû kêlîkê li bajarê merîwanî Di wê rojê nema bû kes li gund û şehr û bajara Digel baqêd gulê rengîn li ser laşê we gel danî Bi bawer xazin û ridwan ketin baxê buhuştê ew Milet ket ber silavê tev bi geşt û kêf û seyranî Keç û xort û jin û mêr tev bigêrin reqs û govenda Serê pîs û nedilxwaza bigorî û bi qurbanî Di nîva pek û dîlanê ji wî cî koç birêkeftî Di nêv bax û gulîstanan li qunaxa duem danî Ji çar goşê welat milet dihatin pêşiya koçê Dibû kêf û xweş û şahî li bajarê silêmanî Bi mest û tor û serxûzî teva dest dane ser hevdû Ji bona serbilindê kurd serokê û şahê berzanî Mexabin ku çiqa îro di vê komê dinêrim ez Di meydanî de nabînim şêx mehmûdê zirav kanî? Xudanê xincera zîvî pilngê çayê sordaşê şoreşgêrê bi nav û bi deng li berdê hehreman kanî? Bi canbêzariya dev teng li pêşya cengevanên kurd Di cenga leşkerê feysel kumandosên birîtanî çi kevrê çayê sordaşê sipî wek mermer û almas Ji xwîna canfida bi rengê sor û mircanî Bela romê teres her dem bi malkambax û wêran be Nehatî ew dihanê da tu soz û bext bi cî anî Ji wî cî koç birêkeftî bi sê qunax û sê wara Li paytextê hewlêrê li kelha somerî danî Qiyamet radibû dîsa li koh û deşt û topraxa Bi şal û şapikên rengîn bi xeml û xêzê bukanî Gelo sersal û newroz e weyaxod mehrecane ev Li her cî reqs û dîlane li ser tilya bi şêxanî Li alîkî xweş û kêf e bi dîna qehremanên kurd Li ya dî qîr û hawar e girî û şîn û fîxanî Cegerxîn û hejar û ehmedê namî serî rakin Bidin ber şir û helbestan bi kurmancî bi soranî Ku ev roja weye îro kefen bavên ji gorînê Di vê rojê de dilxweş bin nemînin dil bi kovanî Du malbatên bi nav û deng ji dewra bav û bapîra Gelek zor û setem dîtin Bedirxanî û Barzanî Di meydana şer û cengê wekî rustem kurê zal bûn Xwe nespartin neyaran qet xwe nefrotin bi erzanî Ewin taca serê kurda li her çax û zemanî da Heya bilbil di baxan da bixwînin û bizên kanî Ji wî koç bi bala ket li çar goşê welat gerya Bi navê dewlweta kurdî gelek şabûn bi rêzanî Gelo koç geşteya Nûh e çiya tev da serî hildan Metîn û zozik û şingal sefîn û cerdê seywanî Ji gelyê laleş û şêxan heya bighêje hemrînê Tuxûmê şax û şeqlawe bighêje sîrwanî Ji çayê gerdemend heta ku bighêje helafurdê çiyayê bext û ertûşê heya bigêje germiyanî Omîda her çiya ev bû ku ew koç bê li ser deynî Bibî fexr û ziyaretgeha bi gora şahê Berzanî Di çar qûnaxê dawî de berê koçê xwe da berzan Li warê bav û bapîran li quntara çiyê danî Bipêçin qehremanên kurd bi ala kesk û sor û zer Bila razên xwea şêrîn pîroz û raheta canî Bila axa welat herduwa di ber sînga xwe himbêz ke Ew e dayka me ya dawî henûn û pir dilovanî Li ser axa welat paldin ku dîbac û hevirmêş e Wekî hilma şimamoka gulav û misk û rîhanî çiqasî ku bibêjin ez bi dev xamê timî kêm e Emê bispêrin tarîxê bela bêje bi wicdanî Ne mir ye saxe berzanî di nêv cerg û dilê kurda Hezar rehmet ji dev tîrêj li ser wan be yezdanî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz