Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Agirê pîroz li kohê Tûrê Sîna hilveda Agirê Zeradeştê Eyranî bî ew pêta li dar Hezretî Mûsa bi pêxwasî diçû nêk agirî Dest li ser hevdû vebestin pişt kubik gerden li xwar şand ji Mûsa re Xuda darek bi dest kalê şue`yb Sahirê fere`wn revîn dar bû li wan ejder û mar Leşkerê Harûn û Mûsa yem li ber wan kir du şeq Agirê Brahîm kurê Azer li der xakî Ruha Bi xwe ew agir bû dîsa kêr nekir pê germ û sar Pût û latê Azer û Nemrûd û Homan yek bi yek Ser nixûn bûn levketin pêkve ji hev bûn tar û mar Paşê Ibrahîm diçû mala xwedê ava dikir Mekke bû paytext û keşwer qublegeh û şehreyar Êla Cerhem tev li dor zemzem û ke`bê hêwirîn Hinga Ismaîlê Ibrahîm li wan bû xwendekar Mîrza Ismaîlê gorî jê veket alê Qureyş Bav û bapîrê Mûhemmed serbilind û namîdar Qehremanê çerxê gerdûn dijminê latê Ereb Hemdemê jar û feqîran zor neyarê koledar Rêberê rahê dirust pêximberê dewra zeman Piştemêr şêrê `Elî bû dest bi şûrê Zulfeqar Hemneşînê wî ebû Bekir û Osman û `Umer Ketne ola nû bi bîr û bawerî soz û qerar Ola pêximber êrîş da pût û lat û senema Textê Herqel şahê Romê wî di bin de hate xwar Gawir û bê dîn hemî revyan ji ber ola temîz Tariyê koça xwe barkir şewqê da herçar kenar Dîn li dunyayê belav bû koletî êdî nema Haştî ket dewra cîhanê ol bi xurtî ma li dar Hêvîdare her demê Tîrêj ji Yezdanê mezin Têxe ber wê şewq û tavê jê nebî bê pişk û par.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz