Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Gewra minê behare, çol xweşe wek buhuştê Xeml û xêza xwe girêde da biçin kêf û geştê Qadê kiraskî heft reng waye l` bejna xwe danî Ji zozan û sîpanan wa mirxo têne deştê Bi zaravê xwe bilbil, hawayê dil dibêjî Bêhna gul û beybûna wa li nêv baxan xweş tê Bayê siba dermane xweş dikî derd û êşan Avê çema xumxume wa bi leylan û meş tê çiya û deşt û zozan tev dikin rohnî gulşen Rojê vaye l` me da- der lê gewrê j` hêla reş tê Zendan li hev bipêçin lê berî mirnê carek şens û bextê me l`xware, ger sed bî yê me şeş tê Eybê me tim belû ne yên dildaran veşirtî Daxwaza me pir dûre lê yê wana l`teniştê Diravê xelkê zêrin lê gewrê yê me paxir Wekî Tîrêj dibêjî tu hilîn têx ber piştê Hûrbînî: M. Bavê Nisrîn û I. Bavê şêrîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz