Naz û delala minî
Xewn û xeyala minî
çavreşê sebra dila
Sosina baxê gula
Padeya roj û şeva
Meya me Kurda teva
Kewa li ser kanîyê
Kovîya lat û çiyê
Sertaca Xan-Dimdime
Leyla keça Qasime
Tenha ji niska va hat
şewqa xwe da ser welat
Serbaz ê pêşmergeye
Tîrêj bi dîna teye
dost û hevala minî
êmîşê dehla minî
melhema derd û kula
nêrgiz û lala minî
di nîva lêv û deva
cam û piyala minî
berxa li ber wê mîyê
kara xezala minî
şoreşgera Dêrsime
çar û mecala minî
ro bû li dinyê hilat
mûm û şemala minî
herdem omîda meye
beyreq û ala minî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön