Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
dewr û dem tev ya teye rabe ji xew kurdê leheng dakeve meydanê îro her wekî şêr û pileng ha j` xwe ke îro birader dem ji te derbas nebî xweşî û rewşa cîhan wê l` te bibî tarî û teng çerxê bîsta ye ji dest xwe bermede vê firsetê tu li çar hawêr binêre kes nema bê şer û ceng gelê Efrîqya hemî bûne xwedî al û keya bûne azad ew ji destê Hebeş û zulma fereng şoreşa Kastro li Kûba serbilind û qehreman şoreşa li Nîkaragwa ya bi nav û pir bi deng serfiraz bû ew ji destê Emêrka zor bi zor kêr nekir bombên etom saroxên hok û pîreşeng xweş tu behwer be tifinga ku di nav milê te de hemberî hêza neyare ew firok û top û teng bide ser şopa gelê pêşketî ew rêça dirust zû tê bighê doz û armanca xwe ey bazê çeleng tu bi bîr û behwerî dest bavê zincîra demê toq ji gerden wê vedî ew qeyda zingarî ji ling kurdê xayin ey bira paqij bike tu j` wan welat davêjî paxla te dijmin wekî sersot û pereng xan û hundir bike kavil tu bi ser wa`d hilweşîn koka wan rake ji qurm mîna kelendor û kereng koneye dijmin tucarî pê nexapî ey bira geh bi olê geh bi zor tême bi sed hawa û reng koremare ew bi sed derb û lêdanê namirî ta ku ser neşkê mejî jê der nebî b`derba kuling tu li hember weke şêr, rawest li hevrazê çiya ala rengîn deyne ser mil bi def û awaz û çeng bide ser piştê bi êrîş ey bira yefşê medê dil bi tirse ew li meydanê xwe nagrî pêzeveng tu welat ava bikî bi birc û qunaxên bilind da bi şahî têde rûnin ew şepal û naz û şeng bilbil û şalûr di baxan de bixwînin dem bi dem da ji bala bê me dengê qêrîna qaz û quling geşt û seyranê bikin ku em li mêrg û çîmenan em ji bîr kin setemê bên der ji dil tîr û xedeng tu li Tîrêj xweş bikî derd û xemê jana welat bûye wek kalê zemana wa mejî girtiye zeng.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz