Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Gelek pîroz û bi xêr, roja yekê gulanê Cejna hemû harekaran,di vê dewra cîhanê Ew keleha sitemkar, ya begler û qeysera Tev herifî bi destê belengaz û karkera Ku ala bolşevî, das û çakoçê hesin Hate hildan bi destê, ewî Lênînê mezin Li xakê Sovyetê bû, demoqratî wekhevî Leşkerê şer û sitem, ji meydanê tev revî Qanûna Sosyalistî, bi tevayî hat danîn Di gel mafê jin û mêr, bawerya xwe pê anîn Bû kelha aşîtî, ji bo milletên bindest Her kes bighên mafê xwe, bi aştî û bi serbest Ew qanûn bi dilxwazî, daket cîhan sera ser Ta welatê Hind çîn, xweş belav bû li her der Ji welatê Hindoras, ta Vêtnama başûrî Pêk ve bi ser xwe hatin, heta welatê Korî Ey Evrenê hestîkoj, hevalê impiryalîst Tiştê çêbû li îran, ma te nedî te nebhîst Gelo nayê bîra te, ew şahin şahê bin gor Ketî bin çerxa tarîx, lê wergerî dem û dor Ew tac û text û şewket, ketin bin pê û lingan Keleha wî hate xwar, bi dest şêr û pilingan Ew rêça şah li ser bû, ger ku tu jî bidî ser Tê jî here li pey wî, ev bê guman te bawer Xwîna xortên kurd û turk, ew peyayên demoqrat Te rijandî li her cî, ji îzmîrê ta Xelat Te kir wêran û dojeh, Evrenê bê dîn û ol Ew welatê Kurdistan, heya bighê Anadol Tu gora xwe dikolî, pir nêzîke mirna te Nake rehmê tucarî, tarîx li yê mîna te şerekê impiryalîst, ew Rêgin û Corc bûş Xwîna xortên Felestîn, tucar naçî belatoş Bizan Menahîm Begîn, rêça te pir cefa ye Kesê li hespa mirovan, bizan ew tim peya ye Hêvîdar im ji yezdan, her sal weke vê rojê Bikin pîrozîya hev, bê par nemînin em jê Daxwaza Tîrêj e ev, her nejad û niştiman Hemî bighên mafê xwe, gelê kurd jî di gel wan Xweşî û şademanî, têkeve dewra zemîn Nemînî cewr û sîtem, bijî aşîtî û jîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz