Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Yar eger bête semayê bi tena Ji meşa werdek û zaxan çi divê? Ger tu ramûse ewan dêmên di sor Ji gul û çîçekên baxan çi divê? Ger bimêje herdû lêvên qurmizî Ji kulîlkên serê şaxan çi divê? Ger tu û yar herdû hev çengel bikin Ji gulîsorê di taxan çi divê? Birc û eywan ku cih û ware te bin Te ji mircaq û ji maxan çi divê? Ger bi torê neçî rava masiyan Ji delav û ji qeraxan çi divê? Ger ne derwêş bî li duryan û riya Te ji keşkûl û ji caxan çi divê? Ger nebe bênder di nîva bênderan Te ji wan sap û diraxan çi divê? Ger di dil rehm û dilovanî nebin Te ji wan term û kelaxan çi divê? Kuştiyên te ger li meydanê nebin Te ji wan miry û nesaxan çi divê? Ger nebe alîkarê şoreşgera Te ji mîr û beg û axan çi divê? Rengê Tîrêj neb êşa millet re bî Te ji derd û kul û daxan çi divê?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz