Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Sivik rabe dilê xemgîn silavê mi ji bîr nek Ji Qamişlo tu rê bigre here taxa Qudûrbek Li ber kêla serê Namî tu rûnê ey dilê jar Bi wî dengê xwe yî zîz tu bikî qêrîn û hewar Bi qasî berg û darên Cûdî û şingal û Tore Silavê min tu lêka ku bela rabe ji gorê Dizanim ku bi hesretya welat çû neçarî Ev e bîst sal bihurtin ew di gora teng û tarî Ji xwer carek binêre ew ew li çar hawêrê gerdûn Qirik talî demên reş ku çiqa dîtin hemî çûn Eva roja me ya ruhnî ji hêla reş bi derket şiyar bûye ji tamara xewê bêçarê milat Divê em ranezên êdî bikin kar û xebatê Veger ey ehmedê namî j`riya çûn û nehatê Dem û dewra te ye seyda tu bigrî xam û defter Bidî ber şi`r û helbestan ji meydanê her û wer Bi wan şi`rê xwe yê taze ji qayîşî neyara Wekê bilbil qêrîn li ser lat û zinara Keç û xortan tu serxweşke bi marşên xwey dicengîn Berî bidne neyaran ew di gel wê ala rengîn Berî nedne hevûdû ew ne dost e û ne rêber şêrê xwebxwe ji mer gelkî e ziyan e qet nekar e Dema xwîn tê rijandin ew ji bin destê neyar e çi bêjim ez gelek heyfa mi tê l`xwîna ciwana Hezar ax û keser seyda ji destê van nezana Li ber çoganê tazî û eyran û turkan û laz in Di meydana şeg û holan wekî gogê dibazin Divê em ha j`xwekin êdî bese şerme mexabin Divê ku em nebin alet di destê pîsê dijmin Riya rast û durist û qenc bira herkes dibînî Riya xwar û xerab û şaş me ji hevdû dixînî Eger em guh nedin dijmin bi rastî em bibin yek Bi sih û pênc milyonê kurd emê gogê bibin şeg Ji hevdûre nebin sorset di dev maşka neyara Bi koça miletê kurd xweş emê bighêjne wara Zeman dostê me ye îro ku çipkin dikarin Di bin destê neyaran de çima em dîl û jarin Emê gazna ji kê kin ku dijmin rêberê me Gelê bindest li gerdûnê bi dilsozê xwe parast Ji kurda ez bi hêvî me berî bidne riya rast Ku daxwaza me pêk bê em nemînin bend û kola Ji karwanê dem û wextê nemînin em li çola Li dunyayê bibin em jî xudanê tec û şewket Dema ku em herin gorê nemînin dil bi hesret Li ezmanê welat îro sitêrek me xuya be Bila ala me jî îro di nêv ala de rabe çiqa bêjim xelas nabin kul û derd û xemên dil Bi zancîrê me ev barê kiran berdaye ser mil Tucar milet ji bîr nake xebata bavê samî Hezar rehmet ji dev tîrêj li ser gora te namî. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz