Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

23 views 0 likes
Kurdo rabe ser hilde ji xew şev çû îdî berbange ye Rojê ji reş va hilveda Pir gulşen ûpir şûle ye Rewşen dikî çol û beyar Gulşen dikî koh û zinar Dijmin li dor te çarkenar Girtin kemîn û helqe ye Bê deşt û zozan û xelat çwa dikî îro tebat Carek binêre tu l`welat Yekser dijî pêgane ye Bes ke xewê ey bê mecal Rabe bi yekîtî û heval Azad kevê qada delal Ew mesken û warê te ye Bizan bi sed ax û xwezî Dest naçe ser baqê kezî Dijmin şivan e tu pezî Sed gur binêr li dora te ye Dengê me çû çerxa felek Hîşyar kirin îns û melek Rabe ji xew vêga demek Tîrêj dem û dewra te ye

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Seydayê Tîrêj
🛒 0

Your Cart