Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez kurdim serbilindim, ez xortê perwerî me Lawê bajar û gundim, reş mar û ejderî me Pilingê gerdemendim, ez dêwê çar serî me Ez pêwanyê der bend im, ez ji bingeha arî me Ez taca Efrîdonim, şûrê Rustemê Zal im Ez bastonê di destê, wî şêx Seîdê kal im Cenawerê Zaxros im, Zerdeşt yê şengal im Pêşmergê Berzanî me, xwedyê şapik û şal im Ez kurdim dilovan im, dil nerm û aştî xwaz im Hevalê pêşverû me, azad û serfiraz im Ez bin destiyê nakim, mêrxas û cengebaz im Nêçîrvanê neyar im, ez mîna teyrê baz im Ez ji Dêrsim û Bingol im ez ji Serhed û Xelat im Ez Torî û Hmrîn im, canfidayê welat im Ez gamasiyê Xabûr im, hûtê Dicle û Firat im Ez şêrê Kurdistan im, gernasê rojhilat im Ez bi nav û bi deng im, men hem demê Guvara Ez sersot û piling im, li zozanê Hekara Ez agirê ser têz im, li şax û zinara Ez Tîrêj û birûsk im, li hemberê neyara Gelî koma milletan, ma ka edalet kanî îraq û Tirk û îran, tev tên me vî zemanî Gurmîna teng û topan, deng çû ezmanê banî Sor bûne deşt û zozan, ji xwîna erxewanî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz