Qîblegaha aşiqan, ey çîçeka baxê evîn
Nêrgiza kohê Xelatê, sorgula çayê Sefîn
Hingiv û şekir û gezo, têk da ji nêv lêvê te ne
Melhema derd û birîna, pir delal û xemrevîn
Can û dil tev da te sotin, dane ber dax û kewa
Xweş bi wan şîşên di sor yên ku li ser agirê bi tîn
Leşkerê derd û xeman îro, gelek zor dane dil
Tev ji çar hawîr bi halan, têne ser wîna bi kîn
Rengê pêşmergan di cengê, dame ber top û gulan
Bend û hesîr maye dil, wek leşkerê Sedam Huseyn
Pir bi lav û tewqe me, îro ji te ey dîlberê
Bi dilovanî tu vê zincîr hesarê helîn
Bes ke vê cewr û cevayê, carekê rehmê bike
Dil tu azad û rehakî, wî ji zindanê derîn
çimkî ez vêga ciwan im, pir min dinya xweş e
Hê ne êvar e li min, belkî li nîv roye me jîn
Sond û peyman be li ser min, ta li dinyê ez hebim
Dê bidim pesnê te herdem, ey şepal û nazenîn
Rengê bilbil dê li ser, bejna te bêjim dem bi dem
Her binalim ez di nav bax û kulîlkên kesk û şîn
Ez di rist û dawîtîpan, bê pesin mamoste me
Lê di benda nazikan, tîrêj bi xwe bê hiş û dîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön