Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Serbilindê kurd û kurdistan û gernasê welat Rihberê xortên fidakar jîrekê kar û xebat çaregahê miletê kurd serwerê xortan mela Rengê xorşîdê cîhan îro li berzan xweş hilat Rohnî û tava xwe da çargoşê kurdistan hemî Kurd ji xwe tevda şiyarkir yên li deşt û koh û lat Bîrwer û miletperest û al bi dest hildaye jor Miletê kurd sef bi sef bûne li dor kom û civat Kurdên berzan û ezerbêcan û eyran û ecem Kurdên şingal û Cizîrê ta bi der ava ferat Erdehan û qerş û batom ta bi xakî serheda Bayezîd û şernex û wan ta bi sîpanê xelat Wa li berzan û metîn û zozik û çiyayê sefîn Can di meydana şeref de tê firotin bê mezat Wane pêşmergên dilêr sîng dane ber top û gula Pakrewana ruhê şêrîn dane mizgîn û xelat Bendê Adarê bi mafê kurd li me kir ye buhar Bagar û serma hemî çûn tev li kanûn û sibat Bexçe û dehl û gulîstanên welattev xemilîn Cok û cobar têne ser wek kaniya ava heyat Sorgul û çîçek ji nav pencên di xara bişkivîn Bingeha dara jiyanê wa ji bin ve daye kat Bilbil û şalûr li yek hawî dixînin şev û roj Tê li ser teht û şikêra qebqeba dengê ribat Xakî kurdistan sera ser bûye lê kêf û xweşî Siltemê koça xwe barkir bê veger ceng û şewat Aferim sed aferim ey serbilind û pêşewa Tev bi tevdîr û zanîna te va dewra me hat Hemberê darwîn û napilyon û xandîw hoşemîn Qehremanê çerxê bîsta şêrê zozan û kelat Her bi bîr û bawerî tîrêj ku migînê didî Miletê kurd namire wê hebe roja felat. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz