Dîkê gewr û bê nîşan
Pir mêrxas û qehreman
Ew dîkê şeng û bedew
Li ser pîna xwe bû ew
Pîne milk û malê wî
Cihê bav û kalê wî
Bi mirdiyaq û pûş û ax
Deh rêz kerpîç û yek max
Li cem dîkê dîlawer
Hêja bû textê Qeyser
Dibê hebû li taxê
Dîkekî mala axê
Yekî reşî çel kumik
Bê tor e û wek cirik
Geraze û bi nav û deng
Êrîş bire dîkê şeng
Dîkê gewrî gerden rût
Niklê xwe wî li hev sût
Ku ew dîkê b`hing û deng
çav di serî bû pereng
Bi mêranî wek ejder
Ji jor xwe avête ser
Wek mêran bê tirs û rev
Bi nikilan hatin hev
Dizîvirîn li çar dor
Kumik li hev kirin sor
Ketin ber pêx û hembêz
Perî ji wan bûne rêz
Dîkê gewrî hiner baz
Paşê dibû serfiraz
Zora dîkê axê bir
Laşê wî tev nikil kir
Pê ve ne hişt pûrt û per
Ji ber pîna xwe kir der
Polî poşman vegerî
Lê mixabin bê terî
çavsorî kotek û zor
Jê ra nema dem û dor
Pir dijwar e çerxa dem
Xwe mede ber ey tu hemdem
Binêr çi hat serê dîk
Ne terî ma ne perîk
Ku ew dîkê çel kumik
Bû tayê dîkê şinik
Guh bide xêzên Tîrêj
Di ser guhên xwe`r mavêj
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön