Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Li ber bayê di zana guh bidêre Ku cêza te bibî tev dir û gewher Li ber bayê nezanan qet medêre Wê cêza te bibe wirdê êmê ker Temaşe ke li tawis ey birader Binere ew çiqa bi neqş û nîgar e Ji rûtbûna di lingên xwe ew her Ji ber xwe pir fehêt û şermîsar e Birayê min tu berya gotina xwe Xweşxweş bibîne û paşê bibêje Bila tirş be hevîrê gotina te Bi şikevayî li ser sêlê nepêje Cihê kêmasiya xwe têd bibînî Tu jê bar ke here cihkî dinî dûr Eger karî bi merdî dest hilînî Bi mêrxasî bimir tu l`bin siya şûr Tiştê ku can pê nerm dibî Paldan e yan razan û xew Lê yê ku merva pûç dikî Bê şik bizan fort û derew Dema ku baran tête xwar Lib hûr e şil nake cihî Li ku giha hev bû yeker Jê çêdibî pêl û lehî Meriv du tişt in , ne zêde Yek ziman yê duda dil e Tiştê ku mayî guh medê Ew hestî û xwîna şil e Hemû dar bi avê têne avdan Ji bil dara jiyanê ew birader Eger ne b`xwîna sor ya xort û lawan Tucar nabişkeve , qet nagire ber Di kêmasiya dinyê de qet nepojin Di dil de tev dibe derd û qirêj e Kesê xemgîn li milk û malê dinya Serê wî her di teqreqê de gêj e Xebatê di ber kufletê xwe`d bike Eger roja te pêk ve bes bi yek nan Sezatir e tu destê xwe bibeste Bi koletî li hember mîr û sultan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz