Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Destan bidin hevûdû bese êdî bibn yek Gog hatiye ber kaşo divê em bibn şek Bi çoganê berxwedan lêxin mednê tu yefşê Dem ku here nayê zû derenge çerxa felek Tev bi bîr û bawerî ji dil werin xebatê Dijmin bela we îro ji nexe yeka yek Dema milet bi yek be wekî lehya giran e Tutişt li ber xwe nagre tev pêl û girgirînek Bi kerwanê demê re bibin heval û hogir Li ber we kes xwe nagre ne axa ne jî beg Li meydanê biqûrin wekî şêr û pilinga Nevyên Guhderz û Rustem Sasan û Alê bermek Ji ser milên xwe bavên barê sitem û zorê Dewletek nû li darxin bi tac û text û serek Em jî bi serfirazî bijîn di vê cîhanê Ji welatê me pêve ji mer nîne deverek Tîrêj çi qûte qûte barê milet girane Haş xwek tud bin venebî dîno bela xwe jê vek Ka seydayê Cegerxwîn xwedyê dahola mezin Gerden li wî ziwa bû feqîro yê te dirbek Kanîn Hejar û Bêkes ka Xanî ka Cizîrî Kanî Feqîhê Teyran Siyapoşê çav belek Ew torevanên mezin dixwaze nayê bi lav û dîlek. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz