Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi kuncîlên hevir mêşî Li ser textê sedev rûnim Di nêv baxê buhiştê de Ez zozanê xwe pê nadim Eger xanîk bi sê maxan Li topraxa welatê min Bi beşt û pûş û mircaqan Bi brca Babilê nadim Eger mîna Huseynê pak Ku teşnê Kerbelayê bim Piyalek ev ji Bîngolê Bi ava kewserê nadim Eger mistek ji wê axa Welat ez bîn bikim her dem Kulên mi tev ji dil der tên Bi misk û enberê nadim Zixur û kevr û heftokên çiyayê Dêrsim û Sason Bi elmas û bi yaqût û Bi dur û cewherê nadim Metîn û Serheda nadim Bi Evrist û Hêmalaya Ferat û Dicle û Xabûr Bi Nîl û mermerê nadim Keça kurd ew bi xemla zer Li ber çavê mi dîdare Bi Zenûbya di gel tacê Li tectê keşwerê nadim Glac û zikreş û bidgo çi bêjin ew bila bêjin Tucar dîwan û helbesta Ji nav destê xwe bernadim Sehê çibkin bi kewtkewtê Eger kerwan bi rê da bî Tucar ez peyvê dixsokan Di hûçkê xwed girê nadim Edîb û rêber û zana Bi êrîş têne min îro Neyarê tor û tarîxin Ji wan re ez tu rê nadim Eger rastî dibêjin ew Bela dakevne meydanê Tîrêj im ez ne winda me Ji farqînê kurê Pad im Kekê Yadoyê zîlî me Serek hêzê Eraratê Peyê Ihsanê Cibrî me Li Bedlîs geh li Midyad im E şevgêr û şoreşvan im Li kohê Zozilk û Berzan Bi xwe pêşmergê Qazî me Ji bajarê Mehabad im Li sîpanê xelatê ez Siyamendê silîvî me Li şûnwarê evîn daran Memê Ala û Ferhad im Dema sersal û newroza Ezê tim agirê Zerdeşt Li şingal û li Zaxros û Hekar û Hewlêrê dadim Ji bûka ser bi xêlî re Serek berbûme ez îro Di meydana cirîdan de Siwarê hespê terwad im. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz