Bîst û yekê adarê, hezar carî bi xêr hat
Di dewrana biharê, Newroz û cejna welat
Agir li deşt û çiyan, pêtî jê diçne banî
Li çar koşê Kurdistan, dikî şewq û xuyanî
Ew agirê dilê me, pêtî jê diçne ezman
Perava xwe da welat, deşt û çiya û zozan
Keç û xortên di kurdan, li her war û der û cî
Bi ser bejna xwe berdan, xeml û xêza kurmancî
Keç û xort û mêr û jin dikin pîroziya hev
Tev rûgeş in, devliken bi ax û xweziya hev
Bi kêf û şadîmanî girtine reqs û govend
Yekîtî mehrevanî ne b`eşîrtî ne b`dubend
Ji bo me pir ziyan in, ev dubendî eşîrî
Bi van rêçên xwar û mar, doza me naçe serî
Heta ku em nebin yek, nabe tu kar û xebat
Goga xwe em nabin şeg, azad nabe welat
Divê bi dilpaqijî, destê xwe em bidin hev
çi çotkar û çi karker, bi yek can û dil û dev
Hinga em xweş dikarin, bikin daw û doza xwe
Bi serbestî azadî, pêk bînin newroza xwe
Hêvî dikim ji Yezdan, her sal weke vê rojê
Bikin pîroziya hev, bê par nebînin em jê
Hem jî bê par nemînin, ji raman û doza xwe
Bi dilxweşî bistînin, em jî îro mafê xwe
Mafê me jî bighê me, wek milletê cîhanê
Azad bijîn der welat, di vê dewr û zemanê
Wekî îro li hev kin, pîroziya welatê
Ji dil xwe em bi derkin, vê keder û şewatê
Wek îro em silav kin, li şehîdêd goristana
Baqên gulan belav kin, li tirbên cengevana
Destan li hev dibestin, li ber gorêd ciwana
Demek em tev biwestin, ji bo wan pehlewana
Ji bîr nakin tucarî, xebata wan şepala
Ne b`şev û roj û meha, ne jî bi heyam û sala
Ew şehîdên dilawer, canê xwe kirne qurban
Xemilandin bi xwîna xwe, axa kurd û Kurdistan
Daxwaza min ji dinyê, ji vê pê ve min navê
Tîrej li ser we û wan, dike herdem silavê
Ji "Xebat", dîwana wî ya yekem
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön