Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Melê kurd ey birader peyama te ji mir hat Pir buhaye li nik min tev mizgîn û tev xelat Te kirim bi rêza hejar û hem cegerxwîn Gelek girane ev bar wek çiyayê ararat Ev qîmetê te da min pir zêdî hunera min Neşim dibin de rabin girane barê welat Riya welat ne doze kelem û berf û kaşe Ne raxistî’ b kulîlka tev hîm û teht û kelat Divê em dest bidin hev bi yekîtî tevayî Em rê nedin qirêja dijî rizgar û felat Ev welatê xweş û rind em anîne cîhanê Xêr û bêr wê dixun ava bi gol û ferat Dema em canfida kin ew dayka dilovan Sînga xwe vedqelêşî himbêz dikî me ‘b şewat ev cîana ku em tê warê piling û şêre tevger û berxwedane tev ked û kar û xebat divê ku em xwe têxin warê piling û şêra ne wek rovî û çeqel hestî kujêd bê xelat yê ranebe dozê poşman û ser bi xware wekî tîrêj dibêje: roja med go vaye hat pir bi kêf û spasim ji te melayê hêja bi wî rengê teyî xweş qebqebq dengê rebat. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz