Eman û sed eman im, ji ber eşqa te dîlber
Herdu çavên te yên reş, neqş in li kevrê mermer
Birwên te yên reş temîz, kevanê Ristemê Zal
Por sorgula li baxan, enya te loks û fener
Pozê te yê çilakî, ser daye ser ruyê gewr
Rû wek berfa zinara, siya êvarê bê ser
Dêmên te yê gilover, wekî sêvên xelatê
Di destê xortê kurda, bûn rengê misk û ember
Lêvên te wek hejîrê, çayên şengal û Hemrîn
Diran sipî wek sedef, dev xûçeya gula zer
Gerden bilid e mîna Birca Belek bi bî nîşan
Li bajarê Cizîrê, paytextê kurd e ew her
Zend wek xiyarê Mêrdîn, sîng deşta Kewkeb û Hol
Cihêd karên xezalan, dil û sing tê de şevder
Herdu biskên te cana, ew Dicle û Firat in
Gerden li dor Cizîrê, kanî ji hewdê kewser
Bi sûnd û soz û peyman, tucar terka te nakim
Tu ya kurda yî bê şik, xwestya xortê dilawer
çiqas pesnê te bêjî, Tîrêj bi her şev û roj
Xilas nakî tu carî, bi sed xam û bi defter.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön