Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dikim pîroz û mizgîn vê kongir û civînê Li bajarê dihokê li vê dewra zemînê Bi hêvî û omîdim gavin xurt û firehtir Ku hûn bi pêşde bavên bi zanîn û yeqînê Bi govenda demê re divê em pî li ba kin Pir bikin dost û yara ne bes bi çav nerînê Eger ne reqsevan bin tu kes destê me nagre Kesê neqlê neyînî bê pişk û par dimînê Silavê min bi bara li canê pakrewana Li şewityên helebçe kuştiyên xaneqînê Li xwîn rêj û şehîdên çayê şingal û hemrîn Li zozik û helegurd li berzan û metînê Gelo heya çi wextê emê xwînê birêjin Bi texmîn û qiyasê bû wek çemê sefînê Laşê gernas û mêra ji ber gulê neyara Nemaye cî ji derdan birîn li ser birînê Tilî nema xwe digrin li çeqmaqê tifinga Zingirîne ser û bin ji germê tev ji tînê Axa welat seraser çiya û deşt û hêrik Kort û newal û mesîl toq bûne tev ji xwînê Cok vebûne dirwên naz û delal û rinda Ji hêtirên li pey hev ji ber şîn û girînê Divê mejyê xwe bêtir em têxin ber xebatê Belê rext û tifinga navêjin ser kulînê Neqeb nemînî vala ber êrîşê neyara Divê tim li kar bin di kozik û kemînê Bi aştî û tekûzî rabin kar û xebatê Dîmoqratiyê bixwazin ne b`agir û rivînê Kurdistan dewlemend e me`dena zîv û zêr e Komir û neft û hesin derxin ji jêr zemînê Wek miletê cîhanê daxin bi ser bilindî Bajar û şehristana firotin û kirînê Kurdistan wek buhişt ava bikin seraser Da bên seyran û geştê ji Ewropa ji çînê Daxwaza dil tîrêj serxwebûna welat e Em jî bi serfirazî têkevin warê jînê. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz