Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Cana tu naz û rindî, wekî Keja li Amed Tuyî Xeca çelengî, ezim îro Siyamed Sîng û berê te bozin, befa Sîpan û Serhed Gerden bilûr û mercan, bi yaqût û zibirced Tucar terka te nakim, bi qelsî yan bi xurtî Pesnê te her dibêjim, bi tikrayî bi xurtî Dixwim sûndê bi êlim, bi wî kalê veşartî Elifba ez dixwênim,hê ez neghame ebced Di nêv baxê Gulîzar, bi rewşa xwe tu sorgul Li ser te ez dixwênim, wekî şalûl û bilbil Bi dîdara xwe ey can, derman dikî dilê kul Li ser taca keya xweş xuyaye, rengê kumbed Li ser rêça evînê, Tîrêj ne dîn û şaş e Cawê wî pir giran e, hemî çox û qumaş e Ne wek dexok dibêjin ku, kevnemal belaş e Tu guh mede ne çakan, ji destê xwe tu bermed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz