Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Meyzek li ezmanê bilind Roja me nû va ye hilat Rewşen dike bajar û gund Bû qeb qeba kewê ribat Bilbil dixwîne sed celeb Bi dengê xwe`y zîz û eceb Sotî li dildaran kezeb Pê ra dinalin, deşt û lat Ew leg lega gerden dirêj Mesken li ser dara çilo şalûr bi sed awa dibêj Va tên ji Sîpanê Xelat Quling û qaz û qertel e Zerzûr û kund û zerzel e Tev tên bi kewt û xulxul e Wan dil ji min kirye berat çima ewan mîrek heye Sed koh ji wan re warge ye Serbest dijîn, bê lûme ye Kurd bes tenê man bê welat şîmet bikin, rabin tevî Qeda bi tembelî kevî Bijîn di nêv koh û zevî Ferz e îro li me xebat Zozan û deşt, teva dijîn Lewra ji dil bûme birîn Tîrêj li ser ax û enîn Ku çû ji dest me ev welat

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz