Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dibê ji çayê şingal ji newala pîr kemal Rojek bi berf û bahoz gurê şîn rê dikir toz Berê xwe daye bakur geh li vir û geh li wir Ku li deşta Barava ro li gur çûye ava Gurê qenc û dilovan li cem rovî bû mêvan Rovî bi dilkî şewat gelkî do wî wer dihat Bîna gur hate ber wî kirin karê şîva wî çerm û pêlav û çekur rovî li ber kom dikir şîv xwar û dest hilçenî go: herhebe ez benî Piştî bergeş hilanîn şevbuhêrka xwe danîn Peyvek ji vir yek ji wir rovî pirsek jê dikir Tu ji ku tê vê demê tê herî ku vê sermê Gur bersiva wî dida şêr nexweşe li Serheda Di nav ciyan dinale nexweşekî bê hale şah û xwinkarê meye ew taca serê meye Ez îro bûme rêwî da ku serkî bidim wî Rovî bi aqlê wî kenî jêre gote ez benî Civata şêr xwemalin tev piling û şepalin Hemî li dor civîne cê wek min û te nîne Peyva mi têx serê xwe sibe veger mala xwe Vegere tu j` vê xetê dîno gunhê mib te tê Gur ev nekir serê xwe jê wergerand serê xwe Wê şevê ma li wê derê serê sibê kete rê Gurê şînî çîm teşî qunax bi qunax meşî Rê hemî teht û kelem pey du roja giha cem Bi tore û bi fihêt patek ji şêr re avêt Go: ey şahê b` text û pa serekê hov û teba Rovyê genî gotin çot wisa wisa wisa got şêr gelekî azirî çar hawirî xwe nerî Gote piling û şepal vî sehî bînin ji mal Bê tore ye ev sêwî da edebkê bidim wî Bi emr û fermana şêr herdû daketin ber jêr Rovî bi qeyd û zincîr anîne dîwana mîr Go: şêrê dev bi xwînim çavê te zû derînim Tu nahêlî ey dijmin kes serekî bidî min Rovî got: ey qehreman gorî te be dil û can Guh bidêre li kola meka bawer ji tola Pir gotin û kurpist dused virin yek durust Ger du rû bim weke gur xwedê min bike gawir Ne wek gur ez bê kêrim çav pêl û ser li jêrim Go: ey şahê dem û wext xwe dirêjke li ser text Text ji darê dar guhîj şêr xwe li ser dikir pîj Ji simûçkê lingê wî heya binê çengê wî Parsû û herdû tenişt kulîmek û zik û pişt Bi dest û guh bi dorbîn tu der nehişt bê nerîn Xwe da bû ser milê wî guh danî ser dilê wî Rabû li şêr dimeyzand vêra serê xwe hejand Go: textorê Luqmanim Eflatûnê zemanim Bi zanîna xwey dirust min di êşa te derxist Metirse ey begê me lepta dilê te kêm e Ji mir bînin kabê gur da ez bisom ji agir Di hawinê binî kûr bikim weke kilê hûr Tu vê serm û bahozê hilkişînî vê tozê Tu deh rojan bik deyax tû dê bibî sipî sax Rovî da xwe hêz dida go: b`xatirê we tev da Se`et li min wek salin çêlîk birçî li malin Dilê gur girt û berda şêr awirek tê veda çav kir piling û şepal nig lê kirin wek xirxal Pêsîr tev lê dibû xwîn kab ji çogê deranîn çeqel kete ber çenga di kulkulî b` sê linga Birîndarekî birçî rê dûr û bê war û cî Li newala geh li sirt di ber rovî re bihurt Rovî go: tu ji ber jor j` ku tê xwedyê şimka sor Yê bikolî kortala ji bo yar û hevala çiqa ji xwe behwer bî wê ew bi xwe tê werbî Rasto bi rastiyê re xwaro bi şkestiyê re Peyvên pêşiya wek dur binê çi hat serê gur Tîrêj bi agedarî ev helbest kir diyarî. Birrê şînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz