Erê mamoste rabe ey tu rêber
Li zengil xe tu îro ey dilawer
Bila suxte bi carek tev bibin sef
Herin dersê bi cot cot, ew li pey hev
Hemî rûnin di dîwana dibistan
Li ber wan defter û xame di destan
Li ser lewhê tu binvîsî birader
Ji ayatên di quranê ji ezber
Ji benda sûretê yasîn û ji zilzal
Ji ayatên di heşrê hin ji enfal
Ku bughêzin ji lewhê deftera meşq
Bikin bawer ku heşr û hem mirin heq
Ev e roja jiyana wanî talî
Ji Qeledizê çin, bi koçemalî
Belê ew qet nizanin ev çi roj e
çi zilzal û qiyamet û çi doj e
Ji firokên di mîg ew bumbên napal
Bi destê dijminê kurd yê xerabmal
Ji bala her wekî tavêd biharê
Ewê agib bi ser wan bête xwarê
Ku ew bombe bi pêt û hem çirûskin
Wekî tava bi berq û hem birûskin
Xwînrêjên şehrê Bexda wan ji nik xoy
Li ser baskêd firokên mîg û soxoy
şehada wan digel bombên di napal
Ewa şandin berî îmtîhana her sal
Ku vêga îmtîhana wan xilas bû
şehada wan ne am bû belkî xas bû
Li Qeledizê, wê bî wek şeva reş
Ji dûman û agir, hem ji ateş
Wê suxtên te bi carek bêne kuştin
Lê ew gund dê bi agir bête sotin
Bekir-Seddam çi bûn ev yadîgarî
Ji qutabyan re we şandî ev diyarî
Kitêbên felsefa sewra we bûn ew
û ya jî qanûna dewra we bûn ew
Kitêbên felsefa we bombên napal
û qanûn tanq û top in yên xirabmal
Xelatên pir giran in, pir bi qîmet
Ev e ma pêşketin û hem wetenyet
Bi rastî hûn bi xwe pir "aştîxwaz"in
Ji we nakî tu kes, qet lewm û gazin
Erê Qelediza pir jar û xemgîn
Gelo ka ew xwendekarên di bengîn
Gelo ma etle ye ev herdu- sê roj
û ya jî firset e, bo cejna Newroz
Nema îro tê ji wan deng û pêjin
Nema dîrok û helbestan dibêjin
Dilo jaro ji xwe`r carek binêre
Li zarzara qutabyan, guh bidêre
Li nalîna biçûk û pîr û kalan
Li term û laş û kelaxêd şepalan
Li cobarên di xwîna erxewanî
Li Qeledizê bûn wek cok û kanî
Du - sê cama ji wê xwîna teze
Ji terman hûn hinek goşt bikne meze
Bişînin şehrê Bexdayê diyarî
Ji qiyadê re xelat û yadîgarî
Li ser masa xwe deynin cam û bade
Li dorê sef bi sef rûnin qiyade
Bidin destê hevdu cam û kûpan
Vexun ew her li dengê tang û topan
Ku xwîn û goşt ji wan re cam û meze
Ku tang û top ji wan re nay û saz e
Bekir, Seddam gelo hûn gornepaş in
Tiyêd xwînê ne, birçiyêd term û laş in
Li ser textê Hucac hûn dikne ferman
Ne ol û dîn, neyarêd toxmê însan
Bila li enya we bî, ev şerm û ev `ar
Heta dinya hebî li roj û êvar
Belê `ara we kevn e, ne ji niha ye
Ji dewra wan şehîdên Kerbela ye
Swe zarokên Huseynê Haşimî zad
Hemî kuştin li gel wê ava Murad
Bizanin em ku natirsin tucara
Ji ceng we, gelî pîs û neyara
Biçûkên me eger ku têne kuştin
Bi dest we em tucar nayên şikestin
Ji heyamê berê, dewrê zemanan
Ku berx herdem diçûn li dû beranan
Ku darên hûr neyên sotin ji germa
Tucar agir bi xwe navêje qurma
Bila hûn qenc bizanin ey sitemkar
Ji wer namîne ev xeşma we yek car
Bi destê Mistefa Berzanî, rêber
Bi hêz û hinera xortên dilawer
Hûn dê tev da bi carek bên şikandin
Wê tola wan, ji we tev bê sitandin
Jibîr nakin tucarî çarşema jar
Ji meha der nîsan jê bîst û hem çar
Hezar û nehsed û heftê û çaran
Ev e tarîxa kuştina xwendekaran
Wekî Tîrêj dibêje: Ey tu guhdêr
Ku kurd hefa xwe nahêlin di zikê şêr.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön