Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Gelî kurdên bîrewer keç û xortên xwendewar Ev zimanê mey şêrîn xuyaye tê ber bi xwar Gelek şerm û fehête zimanê bav û kala Em îro va dibînin ji hev dibî tar û mar Gelek peyvên biyanî yên Firs û Tirk û Tazî Cih girtine di navê têde bûn wek bizmar Mane û hebûna me zar û zimanê meye Ku ew herin namînin ji mer tu kok û bintar Her wekî Laz û Qecer ku zimanê xwe berdan Ew ro bi ro winda bûn tev mane bê cih û war Ji hev ketin ji wan re nema tu erd û ezman Ji cîhanê beta bûn di bin çengê koledar Em tevde xweş dizanin ku dewleta Osmanlî Xwedî text û seltenet bi leşker û payedar Kir bin lep û zefta xwe miletê Rom î Ereb Heya bi Hind û Maçîn Sirp û Yûnan û Bilxar Belê evan miletan ji bîr nekir tucarî Dîrok û tor û ziman filiklorê xwey kevnar Her dem li dardixistin bi awaz û sazê xwe Dîlan û reqs û govend sersal û cejna komar Bi ziman û tora xwe xwe deranîn bi xurtî Ketin warê jiyanî ji nav pencên setemkar Milet bi zimanê xwe pêktînî hebûna xwe Di nav gelê cîhanê navê wî tête hejmar Lê digel ziman divê xwendin û hem zanebûn Bi kawikî nezanî nabe xwedî tac û dar Wek Tîrêj ku dibêje evî cawê xwey giran Sivik mekin tucarî bi germî werne bazar

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz