Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Der şehneşînê dîlberê Min dît bi nîşan û bi tac Min dil ji hêla pencerê Da destê yadîgar û bac Gava ku min dil daye dest Can maye dîl û jar û mest Perwane reng, agir perest Gerden li dor şibak û pac Ew pace bû kaba dila Pir sofî û şeyx û mela Êhram vebestin ser mila Kaba dilan wan kirne maç Pir têne kabê bê jimar Hinek peya û hin siwar Hin jê bi geşt hin kar û bar Hin jî li ser baskên mîrac Têne tewafê jin û mêr Beladikin pir zîv û zêr Lê vedigerin tûjtir ji kêr Bê bext û dexsok û gelac Bes min tenê di say û sefa Dîbû gelek, cewr û ceva Hê li min dixwî fort gefa Yar wek setemkara Hecac Cana bi azer û bi kîn Avêtime çola evîn Hiştim li ser xaka zemîn Nêv toz û dûman û icac Ew leşkerê derd û xema Tev têne dil bi gurz û rima Carek ne got: Yarê çima Dil maye bend û bê melac îro şahê Berzan e ew Bi tac û sera û eywan e ew Dil bir ji min bawan e ew Can û ceger min dan xerac Manende Kawayê mezin îro bi çakûçê hesin Dil perçe û par kir ji min Ez wek Dehaq mam bê îlac Wê nazika bi toq û benî Awir li min da û kenî Cerg û hinavêm hilçinî Can û dilê Tîrêj quranc

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz