seyda: Hey yara min keçka Torî
çav reşê gerden bi morî
Tu kerem ke ji banê jorî
Ramûsim wan herdu çava
Keç: Lawiko ez ne Torî me
Ez ne keçka Omerî me
Ne şikak û Heyderî me
Ramûsan nayên bi lava
Seyda: Hey yara min ji rohilatê
Te memik sêvên Xelatê
Tu kevoka serê latê
Tu xezala ber delava
Keç: Ne z kevokim ne z xezal im
Ez ne ya xortê betal im
Qelenê min pir giran e
Ne bi zêr û ne b dirava
Seyda: Hey yaram keçka silîvî
Kember te sade zîvî
Qelenê xwe bêje qîzê
Ey delala dê û bava
Keç: Qelenê min xorto xwîn e
Nîşana min ew birîn e
Ger dixwazî min kerem ke
Ya jî rûne tu li mava
Seryda:wey li min soz bî bi rêdim
Kincê pêşmergan girêdim
Qelenê te min qebûl e
Bedewê ser her du çava
Keç: Dê evê xemla Mîtanî
Wergirim dil şadî manî
Xwestiya pêşmergê xwe me
Xwedêyo mala te ava
Seyda: Sed xwezî bi wê wext û gavê
Ev keder ji dil me hilavê
Li Kurdistana delalê
Tu bibî bûk ez jî zava
Keç: Ma gelo heye bibînim
Bendê Kurdistan bixwînim
Ey Tîrêj wê gav mirin heq
Me li cîhan sed silavan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön