Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Ev tevger û xebat û siyaset û guhertin Di dunyayê de îro divê em jê nemînin Ew qada çol û beyar bûye şûva du gîsin Bela em tev li kar bin tovê xwe têd biçînin Divê paqij be ew tov ji zîwan û xurêlê Da em berê cotê xwe bikarin jê hilînin Gelê bindest sersar teva serê xwe hilda Serxwebûnê dixwazim wekî me dilbirînin Eger em dest nebin xwe para me ye paşketin Gelek dijware dijmin tu rûpela naxwînin Bese em ha j xwe kin bes, xwe nespêrin neyara Dek û dolaba her dem li serê med gerînin Geh bi fen û bi xapan geh bi rîp û dewrana Pişk û para me her gav ji destê med revînin Binçengin lê ji hev re hemî piling û şêrin Bi vî awayî dijmin ji hev me radqetînin Tuxmê kewin ji hev re ribatê ser şikêra Cengê ji hev dixwazin tim li hevdû bi kînin Kurd em sî û pênc melyon dijîn li rojhilatê Ji çar alî ve her yek serîkî j`xwe dikşînin Birîn kûre lê derman yekîtiya me kurda Birîn tucar nayê hev ku em derman neyînin Binê dîwarê Berlîn Alman pê bû du preçe Wa îro ew bi xurtî ji bin ve dadixînin Ezerbêcan ji mêj ve ew jî bibû du perçe Ewa rabûne ser xwe wî sînorî hiltînin Sozmana Saykis Bîko li Kurdistan çend sînor Danîn divê em rakin xwe j` bin destan derînin Ev dem û dewra zêrîn bi ser me re derbas be Di nav toz û dûmanê dîsa emê bimînin Kerwanê dem bi rê ket eger ne pêre bin em Belengaz û perîşan li şûnwara bimînin Eger bi dilpaqijî destê xwe em bidin hev Di meydanê de hêzê dijmin emê bişkînin Pismamê qehremanên Aşûkan û abtîkan Xan Dimdimê çengzêrîn paşayê Fareqînin Can fidayê Sasûnê şêrê Zozan û Serhed Ma ne şerm û fihête îro di vî zemanî Bê al û text û serek ku em qîma xwe tînin Ey Tîrêjo êdî bes kezeb li xwe te reş kir Yan dewletek serbixwe yan qir bibin nemînin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz