Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Sehergeh ez ji xwe rabûm sira bayê siba xweş tê Bi wê xemla hevirmêşî mi dî gewrê ji laleş tê Di dest de çembilê şerbik ji ava zemzemê têda Di destê dî guroşka şêx qet û paçik di ber piştê Bilez ez çûm li ser çogan tewafa gerden û lêva Mi dest avêtibû şerbik ji dêvla wê rahiştê Mi zanî şox û şenga min glelek westa û têlaye Ji çûn û hatina laleş ji seyran û ger û geşte Mi gotê ser ser û çavan tu hatî rojperesta min Firişta kaniya berzex kevoka baxê buhiştê Ku salik dî emê herne meqamê hezretê zerdeşt Li şehrê qermiya gewrê li yezdê û li serdeştê Kitêba zendewista ku bibînin da bixwînin em Emê gelwa ji ezber kin ji bendê mishefa reş tê Berî da min bi kerb û kîn çi awir wê li min dabû Ji wan ewrên reş û tarî birosk û birq û ateş tê Dil û cerg û hinavê min bi yek carî ji hev xistin Ji mir got ney wefadarî mirîdê şêxê ermiştê Sîwak û teyles û tizbî di ola med heramin tev Vege ola xwe ya kevnar ewa kawa û guhreş tê Bi van peyvên xwe yî şêrîn dixwazî min bixapînî Bi taûs û bi şêx romî evîna min tu neghiştê Ji min bawer be tîrêjo tu naghêjî tu daxwazan Bi wê pûta Anahîta li zaxos raserî deştî Bi Yezdan û bi Ehrîman bi wî kalê veşirî lo Bi wan marên şikefta reş ku razane li ser piştê Heya ku xirqe û bendik nedî bejn û bala xwe Tu naghêjî tu armancan gelek şaşe tu bê hiş tê Ewê gavê helesta bûm mi dest avête ser sîngê çi bêjî min qebûl kir tev bi soz ringa xwedê hiştê Li cî min qetik û bendik li gerden xwe girêdabû Digel xirqê reş û pêsîr li bejna min çiqa xweş tê Li min negrin gelî xwenda dibêjim lê venapêjim Ji nîgaşan xeberdar im çi ku bextê mi tim reş tê Di qanûna evînê de me dildaran guneh nîne Ji ber ku derdekî zor e ji nîva agirê geş tê Di govenda evîndaran peyê dîlan û reqsê me Belê kêfa min hê xweştir li ber tembûr û cembeş tê. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz