Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi derdê dilke ho meyger ji mir bîne tu wê camê Vexum da pê xwe aza kim ji vê xefkê ji vê damê Ezê toba xwe bişkînim bi derdim werd û mizgeftan Gelo ma qey ji mer maye nimêj û paçê ihramê Di warê best û torê da çi ez bêjim li min megrin Ji ber ku dil birîndare setem takî cehenamê Eva kurd tên biriştin tev bi xaza xerel û jandar Bi firokên mislmanan bi dest Sedam û nîzamê Ne hirçin em ne hovin em mirovin em jî insanin Di nîva rojhilatê de emin bêkes li hindamê Tu pîrê olperest û hîn ji Quds û Meke û Ezher Ne pirsîn qet li me carek xerîbin em di islamê Bi qirbûna me kurdan tev dirust îro dibînin ew Ji lewra ez dikim hawar bi devrîşa serê xamê Bela dengê mi bighêje welatê rojhilatê tev Heya bighêje roava ne hatin kes li me rehmê Eger carek temaşakin li dîroka cîhanê ew Li bendê kurd û kurdistan li dîbaca şerefnamê Ewê hinga bizanin em ne bê tarîx û bê cîne Dixwazin serxwebûnê wek Nîgaragwa û Vêtnamê Wekî Tîrêj dibê her dem di heqê med gunehkarin Ji Sen`a û Xelîc heta bi Mexreb le ji bil şamê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz