Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilber carek were ezê Deryê dilê xwe ji ter vekim Ruh û rewan mal û rez Ted roniya çavê xwe kim çavê mi paytextê tebî Can û ceger nextê tebî Newroz dem û wextê tebî Kawa bi pêwanê tekim Cemşîd di gel taca xwe bî Cama ji ferfûr pêre bî Mîdyayê dîwanê tebî Xesro bi ber devkê tekim Keyxsrewê mîdî bi him Rustem bi gurz û şûr û rim Guhdrez bi şal û şap û kum Serleşker û hêzê tekim Ger ku nefertîta berê îro ji ihrama derê Belqîs ji textê kewserê Tevda bi ferwarê tekim Zenûbiya nebtî bi fir Tenha ji tedmir bête vir Taca ji elmas û bi dur Ber bazinê destê tekim Xanim li şi`ra kesrewan Xemla qedîf û ercewan Rûnê li textê nexçewan Baqrof bi qurbana tekim şehzadeya rind û şepal Gerden dirêj û çav xezal Fikr û xeyala min li bal Bê wê bi gerdûnê çikim Cîhan xweşe ew têde bî Her dem li ser dewra xwe bî Yê ku nevê bi derdê mi bî Tîrêj bi kolayê tekim. *Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com **www.tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz