Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurd ji meydanê tucarî piştê nadî nareve Neditirse ew ji kêmaw û xaza xerdela Dijmin qet wî naşkînî ew bi qûtqûtê tucar Ne bi tang û top û balafir û toza qumbela Bûye `adet jêre her dem kuştin û talan û ceng Deşt û zozan têne xemlandin bi xwîna şêrgela Kurdistan qet nabe ya we ey sitemkarên îraq Mexelê şêr û pilinga nabe warê çeqela Ceng û şer herdem li dunyayê hene wê tim hebin Lê kesî wek we nekir di tu rijêm û komela We li kurdistana rengîn sê hezar bajar û gund Tev kirin kavil û wêran bi tirêks û dîzela Navê kurdistan dixwînin ferşik û hîmê welat Tîpê sansekirît û mîxîne, ne xêzên rûpela Cenga Eyran neh sed û pêncî hezar xortên `Ereb We li ser kir bê sebeb tev bûne şîva qertela Hûn binêrin li pirêza xwe gunehkarên welat We ji wan xort û şepalan li Iraq kirye xela Ev hemî tiştê we kir êdî bi wer naçî serî Ew ruhê şêrîn ne dûr wê l we bibe qîr û bela Ey `Iraqa bextereş şensê te qey her dem eve Tu di nîva rojhilatê tim cihê derd û kula Tu di dewra Ebdullah kurê Ziyad goleke xwîn Mêrkujê Mîrza Huseynî pakrewanê Kerbela Ji heyamê wî sitemkarê Hucacê Seqefî Te nedî rojeke xweş her dem bi axîn û bela Dewra Teymûrling û Holako gunehkarên cîhan şehrê Bexda bûye kavil ji êrîşa Mexula Ku ji wî çaxî li ser te gumgum û bahoze tim Xanim û xatûn ketin şûna gemar û gendela Ew heyam û dem li te bûne hemî jana zirav Lê belê xeşma evan îro xwe berda ser dila Ereb û kurd tevde rabin dest bidin hev merdino Ma nebes êdî xwe azad kin ji dest van çepela Evî kabûsê giran rakin ji ser xwe zor bi zor Desthilanîn fereca xêrê ye neb dû`ê mela Bi sîwak û nifira kes naşikînî dijminan ço ji ço tim vedgere lê ne bi lahewlewela Her wekî Tîrêj dibêje şer ku hat piştê nedê Dest bide darê tifinga paşê bêje ya ella..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz